BI DÎMEN

Li Deng Haagê di şexsê Ş. Zeynep Çirav de Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn

Di bîranîna li bajarê Den Haag ê Hollandayê de di şexsê Zeynep Çirav de Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn. Di axaftinan de îşaret bi cihê şehîdan a di têkoşîna azadiyê de û girîngiya mîrateya şehîdan hate kirin.

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê de di şexsê Zeynep Çirav (Zeynep Elînc) ku di 26’ê Tîrmeha 2019’An de li Şehbayê şehîd bû de, Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn. Gelek kes tevlî çalakiya bîranînê bûn û malbata şehîd Zeynep Çirav jî cih girtin.

Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Alî Konkurt axivî. Konkurt di şexsê Zeynep Çirac de hemû Şehîdên Meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku têkoşîna şehîdan dibe ronahiya meşa azadiyê ya gelê Kurd.

Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê (YJK-H) Leyla Dersim axivî û Şehîdên Meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî. Dersim diyar kir ku di aliyê jinên Kurd de di serî de Şehîd Mizgîn hemû şehîdên azadiyê mînakên girîng ên têkoşînê ne û anî ziman ku têkoşîna Hakî Karer di pêşxistina xeta enternasyonalîst de roleke girîng lîstiye.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Gulanê û Zeynep Çirav hate pêşandan.

Di tevahiya bîranînê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.