Li Den Haagê xwepêşandana li dijî koçberan veguherî tundûtûjiyê

Li bajarê Den Haagê ya Hollandayê di 20’ê Îlonê de li dijî koçberan xwepêşandaneke hate lidar xistin. Çalakî bi tevlîbûna komên rastgir ên tund veguherî tundûtûjiyê.

Di bûyeran de wesayîtek polîsan hat şewitandin, êrîşî navendeke partiyeke siyasî hat kirin û hewldanek ji bo ketina avahiya parlamentoyê hat kirin. Bûyeran li seranserê welêt rastî nerazîbûneke mezin hat.

SEMBOLÊN NAZÎ

Çalakî di destpêkê de bi awayeke aram li qada Malieveld li ser banga jineke ciwan a 26 salî ya bi nasnav 'Els Rechts' destpê kir. Dema ku piraniya xwepêşanderan alayên Hollandayê hilgirtin, hinekan bi sembolên kevn ên Naziyan balê kişandin. Di dîmenên çapemeniyê de, komek ciwan dirûşma 'Sieg Heil' berz dikirin û silava Naziyan didan.

Komên holîgan bi fîşekên hewayî û bombeyên dûmanê êrîşî dikê kirin. Wê kêliyê pê ve bûyer ji kontrolê derketin. Bi sedan kesên bi cilên reş bi kevir, şûşe û daran êrîşî polîsan kirin, di heman demê de polîsan bi ava şid û gaza rondikrêj mudaxele kirin. Hezar û 500 kesan rêya A12 girtin, navenda partiya D66 a rîberal hat texrîbkirin û wênegirekî çapemeniyê hat derbkirin.

HEWL DAN KU BIKEVIN AVAHIYÊN PARLAMENTOYÊ

Komek çalakvanan hewl da ku bikevin avahiya parlamentoya Binnenhofê ya ji bo tadîlatê girtî ye.

NERAZÎBÛN

Hemû partiyên siyasî tundûtûjî şermezar kirin. Organîzator Els Rechts xemgîniya xwe anî ziman. Şaredariya Den Haagê, diyar kir ku bûyer ji hêla komên holigan ve hatine destpê kirin.

30 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Hat ragihandin ku, du polîs birîndar bûne û herî kêm 30 kes hatin binçavkirin.