Li Den Haagê li pêşiya Konsolosxaneya DYE'yê çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li pêşiya Konsolosxaneya Emerîkayê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de biryara DYE'yê ya li dijî pêşengên Kurdan hate şermezarkirin.

Kurdên li Hollandayê, têkildarî biryara DYE'yê ya li dijî ji pêşengên PKK'ê Dûran Kalkan, Cemîl Bayik û Mûrat Karayilan daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêşengên Kurdan rûmeta gel in."

Di çalakiyê de bi navê KCDK-E'yê daxuyanî bi zimanê Îngilîzî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pênaseya 'terorîst' a li siyasetmedarên Kurd ku ji bo azadî û aramiya gelê Kurd têdikoşin, bi gotina herî sivik, bêexlaqiya li dijî rûmeta mirovahiyê ye, li dijî qanûnan e. Ev yek wê dewleta Tirk teşwîq bike ku li hundir û derveyî welat sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan dewam bike. Rêveberiya Serokê DYE'yê Joe Biden divê vê kiryara neqanûnî û li dijî mirovahiyê tavilê rawestîne."

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.