Li Den Haagê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên ku li pêşiya Qesra Spî komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo hat destpêkirin şermezar kirin, daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.
Kurdistaniyên ku li pêşiya Qesra Spî komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo hat destpêkirin şermezar kirin, daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.
Kurdistaniyên ku li pêşiya Vredepaleis (Qesra Spî) ya li bajarê Den Haag a Hollandayê li hev civiyan, Komploya Navneteweyî ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Apo hat destpêkirin û 15’ê Sibata 1999’an bi dîlgirtin û radestkirina wî ya li dewleta Tirk bi encam bû, protesto kirin.
Kurdistaniyan li qada mitîngê bi berzkirina dirûşmeyan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Di çalakiyê de danezanên derbarê Komploya 9’ê Cotmehê û azadiya Rêber Apo de li kesên derdor hatin belavkirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.