Li Darmstadtê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi çalakiyekê 10 şehîdên li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û 4 gerîlayên di çalakiyên şoreşgerî de şehîd bibûn, hatin bîranîn.

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi çalakiyekê 10 şehîdên li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û 4 gerîlayên di çalakiyên şoreşgerî de şehîd bibûn, hatin bîranîn. Di bîranînê de wêneyan şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.

Di bîranînê de malbata Ferhan Teme yê ku li Rojavayê şehîd bû, apê Teme û pismamê wî her yekê axaftin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku Ferhan ji alî her kesî dihat hezkirin û dê her dem li ser şopa şehîdên xwe bin.

Apê Ferhan Teme, Zekî Teme bi bîranîna şehîdên êrîşa Qamişlo û komkujiya Şengalê dest bi axaftina xwe kir û got: "Me weke malbat ji 7 heta 70'an, soz daye Serok Apo, şehîdan û hevalên şehîdan.”

Di bîranînê de li ser navê KOMAW'ê axaftin hat kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên  “Şehîd namirin“ û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.