BI DÎMEN

Li Darmstadtê ji bo piştgiriya Rojava mîtîngek hat lidarxistin

Bi dehan Kurdistanî di bin sermayeke zêde de li Lûîsenplatzê hatin cem hev û gotin, "Dewleta Tirk a dagirker destê xwe ji ser Rojava vekşîne."

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku rastî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker hatin, mîtîngek hate lidarxistin.Bi dehan Kurdistaniyên li meydana qelebalix a bajêr Luîsenplatz'ê di bin germahiya 5 pile de li hev civiyan û destpêkê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Pişt re li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê axaftin hat kirin. Di axaftinê de hate gotin ku dewleta Tirk a bi pêşengiya Erdogan û bûye dewleteke mafya û çete, bi wêrankirina cihên sivîlan, rawestgehên elektirikê, av û petrolê, nexweşxane, dibistan û embarên xwarinê yên li herêmê, hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vala bike. Weke gelê Kurd em ê Rojava biparêzin.

Mîtînga ku dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Şehîd Namirin" û "Dewleta Tirk a dagirker destê xwe ji Rojava vekşîne" hatin berzkirin, bi banga tevlîbûna meşa mezin a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 17'ê Sibatê li Kolnê bê lidarxistin bi dawî bû