BI DÎMEN

Li Darmstadtê çalakiya piştevaniya bi Rojava re hate lidarxistin

Li Darmstadtê bi pêşengiya NAV-DEM, Meclîsa Jinê ya Sara, Weqfa Rosa Luxembûrg- Hessen û Koma Piştevaniya bi Rojava re ya Darmstadtê çalakiya piştevaniyê hate lidarxistin. Dahata ku ji çalakiyê hate bidestxistin, beşxî koma werzîşê ya jinan a li Amûdê hat

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin, pêşkeşiyên agahdarkirinê hatin kirin û bi stran û govendan peyama piştevaniyê hate kirin.

Di daxuyaniya li ser navê NAV-DEM, Meclîsa Jinê ya Sara, Weqfa Rosa Luxembûrg- Hessen û Koma Piştevaniyê bi Rojava re ya Darmstadtê de hate destnîşankirin ku ji pêvajoya şerê hundirîn a Sûriyeyê ku di sala 2011’an de destpê kir, heta îro Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelên din re avaniyên xwe yên xweser ava kirin û wiha hate gotin: “Ev xweserî li ser esasên demokrasî, wekhevî û ekolojîk a di navbera hemû gel, zayend û baweriyan de hate avakirin. Ji ber vê yekê Rojava ji bo civakekî pêşverû û adil mînak e.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrîş û gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin û wiha hate gotin: “Di van şert û mercan de xebatên piştevaniyê xwedî girîngiyekî mezin e. Em wekî Koma Piştevaniya ya bi Rojava re piştgiriya daxwazên xwerêveberiyê û demokrasiyê dikin. Gel di rewşa heyî de agahdar dikin û bi lidarxistina civîn û mihrîcanan piştevaniya rast birêxistin dikin.”

XEBATA DU PROJEYAN

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çarçoveya piştevaniyê de li ser du projeyan disekinin û têkildarî projeya bajarê xwişk- bira a Darmstadt- Amûdê wiha  hate gotin, “Jin di çarçoveya xwerêveberiyê de dest bi rêxistinkirina xebatên xwe kirin. Werzîş ji bo xwebaweriya zarokên keç û jinan girîng e. Li Amûdê komên voleybolê yên ku di şert û mercên zehmet de xebatê dikin, hene. Em bi piştgirî dayîna van koman û bi destpêkirina têkiliya bajarê xwişk-bira dixwazin bi komên werzîşê  yên li Darmstadtê re pîra piştevaniyê ava bikin.

Hate bibîrxistin ku ji ber êrîşên li ser santralên elektrîkê hilberîna elektrîkê yên li Rojava zirarekî cidî girtiye. Her wiha bi bîr xistin ku Medico International di çarçoveya piştevaniyê de ji bo panelên tavê kampanyaya komkirina euroyek dimeşîne û ragihand ku bi tevkariyên ku heta îro hatine kirin pergala enerjiya tavê ya ewil tê avakirin.

Çalakî bi stranên hunermend Lale Koçgirî û koma wê û gerandina govendê bi dawî bû. Hemû dahata çalakiyê bexşi koma werzişê ya li Amûdê hate kirin.