Li Cenevreyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
Li Cenevreyê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.
Li Cenevreyê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku weke rojbûna gelê Kurd tê pêşwazîkirin, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Kurdistaniyan bi coşeke mezin 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û peyama ku sala 2022’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhed axivî. Serhed anî ziman ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û jina Kurd di warê dest pê kirina têkoşînê de watedar e. Serhed diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya azadiya jinên Kurd û azadiya gelê Kurd û wiha got:“ Em ê bi xwedî derketina azadiya Rêberê xwe azadiya xwe mîsoger bikin. Weke jinên Kurd pêşengiya me ew e ku tecrîda li ser Rêberê xwe bişkînin û di sala 2022'an de bi pêngava 'Dema Azadiyê' bi serketinê tacîdar bikin û wê bibe sala azadiya Rêbertiya me.“
Piştî axaftinan bi boneya rojê şitil hatin danîn.
Piştre belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û li ber muzîkê govend hate gerandin.
Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 3 û 4’ê Nîsanê de li gelek navendên Swîsreyê şahiyên pîrozkirinê bên lidarxistin.