Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li ser pêkanîna paradîgmaya "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin, civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de modernîteya demokratîk a ku li ser gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn veguherîna civakî û siyasî afirandiye, hatin nîqaşkirin.
Endamê Dîwana Hevserokatiya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S)Mehmet Aslan beşdarî civînê bû. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ Û XETA BERXWEDANÊ
Mehmet Aslan komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate lidarxistin û di encamê de Rêber Apo radestî dewleta Tirk hate kirin bi bîr xist. Aslan komployê wekî "konsepta êrîşeke gerdûnî ya li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd" bi nav kir û anî ziman ku ev pêvajo ne tenê li dijî kesekî, li dijî "îradeya demokratîk a gel" hate kirin.
Aslan got, “Sekna ku Rêber Apo li dijî komploya 9'ê Cotmehê nîşan da, paradîgmaya ku teslîmbûnê red dike û li ser berxwedan û rêxistina civakî ya demokratîk hatiye avakirin bi pêş xist. Ev paradîgma îro ji Rojava heta Bakur, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê veguheriye hêviya jiyaneke hevpar."
AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK Û AZADIYA JINAN
Di civînê de paradîgmaya Rêber Apo ya ku li ser 3 lingên bingehîn ên civaka demokratîk, jiyana ekolojîk û azadiya jinan hatiye avakirin, nîqaş hatin kirin. Aslan diyar kir ku veguherîna civakî ya ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd hatiye pêşxistin, di hilweşandina pergala baviksalarî û avakirina jiyaneke hevpar de roleke diyarker lîstiye.
Aslan wiha berdewam kir: "Îro gelê Kurd ne tenê ji bo azadiya neteweyî, di heman demê de ji bo mirovahiyê modelek nû ya jiyana civakî ava dike." Aslan destnîşan kir ku ev model bi îradeya gel, meclîsên xwecihî û komunan tê birêxistinkirin.
LI CENEVREYÊ BANGA AVAKIRINA CIVAVAKA DEMOKRATÎK HATE KIRIN
Beşdarên civînê diyar kirin ku pêwîst e civaka Kurd a li Ewropayê, di çarçoveya pergala demokratîk a konfederal de rêxistiniya xwe kûrtir bike. Mehmet Aslan ev bang kir: "Divê Kurdên li Cenevre, Lozan û Zurîhê dijîn, paradîgmaya Rêber Apo di jiyana xwe de bi rêxistin bikin. Aştî, edalet û azadî tenê bi têkoşîna hevpara gelan wê pêk were.”
Civîn parvekirina biryarên xurtkirina meclîsên gel û li hemû qadan di bin pêşengiya ciwan û jinan de rêxistinbûnî were xurtkirin, bi dawî bû.