Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê meş hat kirin.
Meş li qada Navîgatîonê ku Serkomîseriya Mafên Mirovan lê ye, dest pê kir. Beriya meşê, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) Zulfu Bînbîr axavtin kir. Bînbîr wiha got ‘’Rêbertiya me 25 meh in ku tecrîdeke esehkirî de ye. Em Kurd, heta hevdîtin bi Rêbertiya me re bê kirin û Rêbertiya me azad bibe, em ê li qadan bin.’’
Piştî axaftina Bînbîr, gel diruşm ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin û dest bi meşê kir û li ber Avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) mîtîng li dar xist.
Daxuyaniyeke bi Fransî hat xwendin. Bi pişt re Hevserokê CDK’Ê Mehmet Latîf Çelebî axivî. Çelebî got ‘’Li hember daxwaza me ya ji bo pêkanîna azadiya Rêbertiya me ku ji meha Çileyê ya sala 2021’ê ve berdewam e, NY, CPT, KE û saziyên mirovan çav, dev û guhên xwe girtine. Sedem jî ew e ku rolê wan di komploya navneteweyî ya sala 1999’an a li dijî Rêbertiya me de heye. Divê Rêbertiya me bikare hevdîtinan bi malbat û parêzerên xwe re bike. Ev dewlet û sazî, divê li dijî vê pergala êşkenceyê bi berpirsyariya xwe rabibin. Heta Rêbertiya me azad bibe, em ê berpirsyariya van saziyan bi bîra wan bixin.’’