Li Cenevreyê li pêşiya NY tecrîd hate şermezarkirin
Çalakvanên Kurd çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî didomîne. Çalakî ji bo şermezarkirina tecrîdê hate lidarxistin û berxwedana gerîla û girtiyan hate silavkirin.
Çalakvanên Kurd çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî didomîne. Çalakî ji bo şermezarkirina tecrîdê hate lidarxistin û berxwedana gerîla û girtiyan hate silavkirin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakvanên Kurd ji 15’ê Çileyê û vir ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê çalakiya rûniştinê dikin.
Çalakvanên Kurd her roja Çarşemê di çarçoveya pêngava ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema pêkanîna azadiyê ye’ li pêşiya Neteweyên Yekbûyî kom dibin û çalakiya rûniştinê dikin.
Çalakvanên Kurd ji ber bêdengiya NY a li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pişta xwe dan NY û ew protesto kirin.
Di çalakiyê de ji bo şehîdan rêz hate girtin û Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan Salîh Saglam axivî. Saglam got “Li hemberî êrîşên li ser Rêbertiya Gelê Kurd û êrîşên li ser Kurdistanê em ê li her qadê xwedî li kampanyaya ‘Dem dema azadiyê ye’ derkevin. Em ê bi xwedîlêderketina berxwedana gerîla û zindanan têkoşînê geştir bikin.”
Çalakî bi sloganên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd domiya.