Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî derbarê zextên li ser rojnamevan û aktivîstên li Herêma Kurdistanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê zextên li ser rojnamevan û dengên muxalîf zêde kiriye û bang li rêxistinên civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bo parastina mafên mirovan ên bingehîn berpirsyariyê bigrin.
Çalakvanên Kurdistanî diyar kirin ku rojnamevan Şervan Şervanî ji bo protestokirina zext û bêhiqûqiyên li ser xwe 22 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî ku cezayê Şervanî bi dawî bûye jî nayê berdan. Hate diyarkirin ku rayedaran cezayê du caran dirêj kirine, di ya ewil de îdia kirine ku li ser navê hevalên xwe îmzeyê avêtiye û di ya duyemîn de bêyî tu delîlan îdia kirine ku gef li erdkarekî girtîgehê xwaariye û cezayê wî hatiye dirêjkirin.
Kurdistanî tevî Şervan Şervan daxwaza berdana Qehreman Şukrî û Sabah Etroşî jî kirin. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku aktivîst Rebar Emînî, Dîvan Ehmed û Reşîd Koçar jî bêyî hiqûq di girtîgehê de tên girtin û banga pêkanîna azadiya hemû girtiyên siyasî hate kirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Hewlêr û Dihokê jiyana rojnamevan û aktivîstên civaka sivîl di talûkeyê de ye û hate gotin ku gelek kesên ku li dijî bihaya zêde ya ceyran û avê protesto li dar dixin û banga civîna aştiyan dikin, bêyî hincet bêhiqûqî têne girtin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rayedar hewl didin bi rêbazên zextê dengên muxalîfan qut bikin û wiha hate gotin, “Avakirina civakekî sivîl û demokratîk, bi parastina azadiya derbirînê û pêkanîna ewlehiya rojnamevan û aktîvstan pêkan e.”
Kurdistaniyên ku careke din bang li saziyên navneteweyî kirin, di serî de Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan bang li hemû aliyan kirin ku li dijî zextên li Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin.