Kurdên li Cenevreyê li hemberî dagirkerî, xiyanet û çekên kîmyewî meşiyan

Kurdistaniyên li Cenevevreyê dijîn li hemberî êrîşên dagikirinê û hevkariya PDK’ê meşiyan. Girseyê di meşê de peyama ‘’Gerîla li serê çiyayan li ber xwe dide em ê jî li kuçe û kolanan li ber xwe bidin.’’ hat dayîn.

Artêşa Tirk a dagirker, di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrîşa dagikirinê da destpêkirin. Ev êrîş hem ji hewayî ve hem jî ji bejahiyê ve dimeşe. Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dijîn li hemberî êrîşan bi rojane li ser piyan e. Kurdistanî û dostên wan ên duh çalakiya xwe ya rûniştinê ya bi sê rojan a li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê bi dawî kirin, îro jî bi meşeke navendî êrîş şermezar kirin. Kurdistanî li Quai Wilsona avahiya Komîseriya Mafên Mirovan a NY‘ê hatin ba hev. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û HPG’ê hatin hilgirtin.

‘EM Ê LI HER DERÊ LI BER XWE BIDIN‘

Piştî meşê ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Li vir Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Mulkiye Bûlût axivî. Bûlût destnîşan kir ku ew ê li hemberî êrîşên dagirkirinê bi gerîlayên berxwedêr re bin û wiha got: Heta welêt azad bibe em ê têbikoşin. Çekên kîmyewî dibarînin bi ser zarokên me de. Gerîla li serê çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide, em ê li kuçe û kolanên Ewropayê li ber xwe bidin.’’

‘LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN EM BI GELÊ KURD RE NE‘

Parlamentera Federal a Partiya Keskan a Swîsreyê Nicolas Walder jî axaftinek kir û wiha got: “li hemberî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk, em piştevaniya Kurdan dikin. Êrîşên dewleta Tirk li dijî huqûqa navneteweyî ne, em erê nakin, em li dijî êrîşan in. Ev ne cara ewil e ku êrîşan dikin. Dagirkirina Iraqê, bicihbûna li wir, nayê qebûlkirin. Ji bo protestokirina vê yekê em hatin vir. Raya giştî li dijî êrîşan bêdeng e. Ji bo nişandana bertekan li dijî vê yekê em li vir in.’’

‘DI ÊRÎŞAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN BIKARANÎN‘

Bi pişt re Parlamentera Federal a SP’ê Laurance Fehlmann jî mafê axaftinê girt û da xuyakirin ku ew bêdengiya dewletên Ewropayê ya li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk şermezar dikin divê li dijî êrîşan rabin û wiha dom kir: ‘’Bi nîşandana wek hincet a terorîzmê û êrîşkirina dewleta Tirk li ser herêman nayê qebûlkirin. Bi nîşandana wek hincet a vê yekê, ketina Iraqê ya dewleta Tirk nayê qebûlkirin. Li ser vê mijarê, dewlet divê bi helwest bin. Di der barê vê de, em ê pêşniyaznameyan bidin. Em dizanin di êrîşan de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Di van êrîşan de sivîl canê xwe ji dest didin. Jin û zarok dibin armanc. Li dijî vê divê em hestyariyê çêbikin. Em ê banga hestyarbûnê li hikûmetan bikin.’’

Piştî axavtinan girse ber bi qada Place Dest Nations a ofîsa NY’ê ve meşiya. Li pêşiya meşê ji bo balê bikêşin li ser bikaranîna çekên kîmyewî de komekê tûlûmên spî yên bi xwîn li xwe kirî û maske dan ber devê xwe. Ji serê meşê heta bi dawiya wê, bi Kurdî û Fransî û Tirkî dirûşmên ‘’Bijî berxwedana gerîla’’, ‘’Bijî Kurdistan’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ û ‘’Bimre xiyanet’’ hatin berzkirin. 

Hevserokê CDK-S’ê Îsmaîl Kardaş xîtabî girseyê kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker û xayînên hevkariyê pê re dikin, bila baş bizanin ku gerîlayên azadiyê tu car têk naçin. Êdî di nûçeyan de behsa dagirkeriyê nakin. Ji ber ku wan û hevkarên xwe yên xayîn digot qey wê zû bi zû bi ser bikevin. Lê gerîlayên azadiyê derseke wisa dan wan ku êdî hew dengê wan dertê. Em bawer in ku em ê di demeke nêz de mizgîniya têkçûna dagirker û hevkarên wan ên herêmî bigirin.’’

Di dawiya axaftina xwe de Kardaş, girse vexwend mîtînga 1’ê Gulanê û got ‘’Li seranserî Swîsreyê em di mîtîngan de dixwazin bi rengên xwe li dijî dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin.’’