Li Cenevreyê bêdengiya NY’ê hate şermezarkirin
Li Cenevreyê êrîş, dorpêç û gefên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li Cenevreyê êrîş, dorpêç û gefên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Mijdara 2011’an ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin, berdewam dike. Di çalakiyê de ji bo kesên di Komkujiya Dersimê de hatin qetilkirin, Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ên 2‘ê Gulana 1983’an de hêzên hevkar ew qetilkirin û ji bo şehîdên meha Gulanê rêz hat girtin.
Di çalakiyê de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê (CDK) Mulkiye Bûlût axivî û diyar kir ku hewl tê dayîn ku çarenûsa gelekî bibe bi qurbana berjewendiyên malbatekê û got: ‘’Dinya di serî de çavên xwe ji êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser her çar parçeyên Kurdistanê digire. Bi vê çalakiyê li ber NY’a piştgira van êrîşan e em wek gelê Kurd em ê li teşhîrkirina hêzên dagirker û komkujer dewam bikin û xwedî li têkoşînê tê kirin derbikevin. Me berê li dijî çeteyên hov ên DAIŞ’ê rûmet, ax û nasnameya gelê Şengalê çawa parastibe em ê cardin jî biparêzin. Êrîş ji kû de jî bihên hêzên dagirker wê li hember berxwedana gelê Kurd têk biçin. Bijî PKK, Bijî gerîla û Bijî Serok Apo.’’
Piştre Hevserokê din Erdal Atasoy jî axivî û wiha got: “Divê gelê me timî li hemberî êrîşan beşdarî çalakiyan bibe.“
Piştî axaftinan çalakgeran pişta xwe dan NY‘ê û bêdengiya NY’ê şermezar kirin.