BI DÎMEN

Li Cenevreyê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn

Di çalakiya bîranînê ya ku li Cenevreyê hat lidarxistin de, Berdevkê KOMAW’ê yê Cenevreyê Îbrahîm Yuksel û siyasetmedar Serhed Agirî bal kişandin ser rola pîroz a şehîdan a di têkoşîna azadiyê de.

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, di şexsê Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya, Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn, Hozan Mizgîn, Halîl Çavgun, Eşref Anyik, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn, Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan û her wiha fermandarên serdema nû Kasim Engîn, Azad Sîser, Çekdar Amed û şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sırrı Sureyya Onder de, Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn.

Berdevkê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ê Cenevreyê Îbrahîm Yuksel bi bîr xist ku meha Gulanê di Konferansa 1emîn a PKK’ê de wekî "Meha Şehîdan" hatiye ragihandin û diyar kir ku yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, nirxên herî pîroz ên gelê Kurd in.

Yuksel da zanîn ku ne tenê meha Gulanê, ji bo gelê Kurd her meh meha şehîdan e û got: Şehîdên me ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyan û bi xwîna xwe li ser xaka Kurdistanê ketin. Li Kurdistanê tu cih nîne ku xwîna şehîdan lê nerijiyabe.

Yuksel anî ziman ku xwedîderketina li keda şehîdan û mîrata wan a têkoşînê berpirsiyariyeke dîrokî ye û wiha pê de çû: Divê em ala ku şehîdên me hildane deynin ser milên xwe û xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em deyndarê şehîdên xwe ne. Divê em wezîfeyên xwe bi cih bînin û têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.

Yuksel diyar kir ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi zext û komkujiyên giran re rû bi rû maye û wiha got: Hêzên emperyalîst Kurdistan kirin çar parçe. Ji ber ku gelê Kurd serî netewand, rastî komkujiyan hat. Lê belê gelê me her carê ji nû ve rabû ser piyan, vegeriya ser kokên xwe, têkoşîna xwe domand û gihîşt van rojan.

Îbrahîm Yuksel destnîşan kir ku asta ku gelê Kurd îro gihîştiyê bi xêra bawerî, berxwedan û têkoşîna rêxistinî ya gel pêkan bûye û got: Di sedsala 21’emîn de, bi yekîtiya neteweyî, bawerî û biryardariyê, gelê me dikare ji qefesa komkujiyê rizgar bibe.

Siyasetmedar Serhed Agirî jî diyar kir ku meha Gulanê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de yek ji wan mehan e ku herî zêde şehîd tê de hatine dayîn. Agirî got ku ev meh bi taybetî wekî pêvajoya ku li çiyayên Kurdistanê şerên herî dijwar lê qewimîne, di bîranînan de cih girtiye.

Agirî anî ziman ku di rabirdûyê de ji ber sînorbûna îmkanên teknolojîk, şert û mercên giran ên xwezayê û êrîşên dijwar, hêzên gerîla berdêlên mezin dane û got: Êrîşa dijmin a bi deh hezaran leşkeran li ser qadên gerîla bandorên mezin çêkirin. Nimûneya herî mezin a vê têkoşînê şehîdên me ne.

Agirî bi bîr xist ku gelê Kurd nêzî 200 sal in berdêlên giran dide, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem Kurdistan hatiye parçekirin, Kurd hatine tunekirin û bi gelek komkujiyan re rû bi rû mane. Agirî mînakên Dersim û Mahabadê da û got: Lê belê gelê Kurd her carê ji nav xweliyên xwe ji nû ve ji dayik bû. Di 50 salên dawî de, tevgera Apoyî gel ji nû ve bi nasnameya wî re gihand hev.

Agirî bal kişand ser ku pêvajo berdewam dike û gelê Kurd hê jî bi xetereyan re rû bi rû ye û wiha axivî: Kurdê îro ne Kurdê berê ye. Rastiyeke nû ya Kurd a ku ji bo gelê xwe dijî û têdikoşe derketiye holê.