Li çar balafirgehên Danîmarkayê alarma droneyan

Li balafirgehên Aalborg, Esbjerg, Sonderborg û balafirgeha leşkerî ya Skrydstrup ên Danîmarkayê droneyên nenas hatin tespîtkrin. Balafirgeha Aalborgê bi demkî hate girtin û tedbîrên polîsan hate wergirtin.

Polîsên xwecihî diyar kirin ku drone dibiriqîn û hîn jî li hewayê ne. Rayedaran anîn ziman ku ev yek li ser rêwiyan û gelê derdorê metirsiyeke yekser nîne, lê belê rewşê bi rengekî cidî lêkolîn dikin.

Ji ber bûyerê bandor li çar seferan bû: Sefera Amsterdam-Aalborgê ji bo Billundê hate guhertin.

Polîsan bang li şahidan kirin ku agahiyan parve bikin. Polîsên Neteweyî diyar kirin ku ev bûyer dişibe droneyên beriya çend rojan li Balafirgeha Kopenhagenê hate dîtin û aliyê wê yê leşkerî jî heye.

Serokwezîr Mette Frederiksen bûyera li Kopenhagenê weke "Êrîşa herî cidî li hemberî binesaziya krîtîk a Danîmarkayê" pênase kiribû.