Li Canberrayê dewleta Tirk hat protestokirin
Kurdên li paytexta Awûstralya Canberrayê dijîn, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li dijî gerîla pêk tîne, çalakiyek protestoyî li dar xistin.
Kurdên li paytexta Awûstralya Canberrayê dijîn, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li dijî gerîla pêk tîne, çalakiyek protestoyî li dar xistin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ve, li ber Parlamentoya Federal hat lidarxistin.
Hevseroka NCKD’ê Gulê Ros bertek nîşanî bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û hikûmetên Ewropa û Awûstralyayê dan.
Ros diyar kir ku dewleta Tirk ji vê bêdengiyê sûd digire û bi êrîşên kîmyewî qetlîamên girseyî pêk tîne û di serî de OPCW bang li saziyên navneteweyî kir ku peywirên xwe bi cih bînin.
Ji komîteya amadekariya çalakiyê Brûsk Aeîverî bang kir divê li hemberî êrîşên dewletên Tirk û Îranê yên li ser gelê Kurd pêk tîne, bêdengî neyê raberkirin. Aeîverî destnîşan kir ku li pêş çavê hemû cîhanê çekên kîmyewî li hemberî gerîla tên bikaranîn û got ku cîhan li hemberî vê hovîtiyê bêdeng e.
Berdevkê Karên Derve yê Partiya Keskan Senator Jordon Seele-John û Senator Davîd Shoebrîdge, serdana çalakgeran kirin û pişgirî dan wan.
Senatoran anîn ziman ku ew dostê gelê Kurd in, êrîşên bi çekên kîmyewî şermezar kirin û gotin ku wê van êrîşan bixin rojeva parlamentoyê. Her wiha Senatoran diyar kirin ku wê ji bo derxistina PKK’ê li lîsteyên qedexe jî, serlêdanan bikin.
Paûl Oboohow li ser navê Tifaqa Sosyalîst axivî. Paûl ragihand ku divê êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, bên lêkolînkirin û bang li hikûmeta Avûstralya kir ku li qada navneteweyî peywira xwe bi cih bîne.