BI DÎMEN

LI Brukselê salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ hate silavkirin

Li Brukselê Kurdistaniyan şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi çalakiyekê silav kirin.

Bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve û destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ li Bruksel paytexta Belçîkayê çalakiyeke girseyî li pêşiya Stasyona navendî ya bajêr hate lidar xistin. Çalakî piştî nîvro tevî barana zêde jî bi pêşengiya komîteyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) hat destpêkirin. Di çalakiyê de alayên PJAK, KJAR’ê, wêneyên Jîna Emînî û gelek kesayetiyên girtî yên siyasî hatin hildan.

Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê PJAK û KJAR’ê daxuyaniyek bi sê zimanan ji bo bîranîna Jîna Emînî û salvegera sêyemîn a serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serhildana ku bi qetilkirina Jîna Emînî re destpê kir, ne tenê li Kurdistanê, li seranserê Îranê û hin deverên herêmê veguheriye serhildanek mezin ji bo azadî û edaletê.

PJAK û KJAR’ê, da zanîn ku ezmûnên berxwedana dîrokî ya Kurdan di vê serhildanê de diyarker bûne û got ku jin û ciwanan roleke pêşeng lîstine.

PJAK û KJAR’ê, bang li hemû hêzên sivîl, siyasî û çandî yên li Îranê kirin ku ji parçebûnê dûr bikevin, li dora daxwazên hevpar bibin yek û li ser rêya guhertinên radîkal israr bikin.

Piştre di axaftinan de banga xwedîderketina li girtiyên siyasî hate kirin û her wiha hate gotin, “Divê hemû hêz û alîgirên demokrasiyê bi xurtkirina yekitiya gelan li ser xalên girîng yên hevbeş a di navbera gelan de hevgirtinê xurt bikin û pira di navbera gelan de hatî avakirin bihêztir bikin. Her weke dirûşmeya serhildanê "jin jiyan azadî" ev ji bo hemû gelên li Îran û herêmê derbasdar e ku dikare di bin sîvana vê dirûşmeyê de siberoja xwe diyar bike. Her gel û neteweyek dikar bi deng, reng û hebûna xwe di nava avakirina civata yekitiya gelan de bibe xwedî hêzeke hevpar û hevbeş ji bo dahatûya xwe. Ji ber ku me tevan şahidiya hêz û baweriya vê dirûşmeyê kir ku çawa rejîmeke weke Îran hejan û di demeke kurt de li tevahiya cîhanê belav bû. Lazime dengê vê dirûşmeyê her bidome.”

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Jîna Keça Kurdane”, “Şehîda Kurdistanê ye”, "JIN JIYAN AZADÎ", “Hilweşe rejîma hovane ya Îranê”,  “Bijî Berxwedana Zîndana” û “Dijmin baş bizane, PJAK hêviya gelan e” hatin berzkirin.