Li Brukselê ji ber sûcê qirkirina li ser Êzidiyan ceza li DAÎŞ’iyekî hate birîn

Dadgeha Cezayî ya Brukselê, ji ber qirkirina li ser Êzidiyan li endamê DAÎŞ’ê yê bi navê Sammy Djedou cezayê muebetê birî.

Dadgeha Cezayî ya Brukselê, di rûniştina xwe roja Înê de li endamê DAÎŞ’ê yê Belçîkayî yê bi navê Sammy Djedou bi egera ku di navbera 2’yê Tebaxa 2014 û 14’ê Nîsana 2025’an de li hemberî Êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye, cezayê hepsa muebet birî.

Her wiha daghehê ji ber destdirêjiya li hemberî sê jinên Êzidî û koletiya zayendî yên di navbera salên 2014-2016’n de ji sûcên li dijî mirovahiyê jî ceza li endamê DAÎŞ’ê birî.

Dadgehê, derheqê Djedou de biryara girtina tavilê derxist. Tevî agahiyên piştrast ên têkildarî ku Djedou di sala 2016’an de miriye hene jî, di nebûna endamê DAÎŞ’î de darizan hate kirin.
Sedema vê biryarê weke veşartina mafê îtîrazê ku ger bersûc derkeve holê û girîngiya sembolîk-exlaqî ya darizandinê hate eşkerekirin.

‘JINÊN CIWAN WEKE MILKÊ XWE DIDÎT’

Di biryarê de ji bo kesê bersûc tu sedemên sivikkirina cezayî nehatin qebûlkirin. Dadgehê bal kişand ser ‘’îdeolojiya kujende’’ ya DAÎŞ’ê û cihêkariya xwe dispêre olî û diyar kir ku êrîşên li ser Êzidiyan li hemberî nirxên sereke yên mirovahiyê derbeyeke giran e.

Hate ragihandin ku Djedou di wê serdemê de sê zarokên Ezidî yên 16,17 û 18 salî kirine koleyên xwe bi awayekî sîstematîk bi tundiya zayendî re rû bi rû hiştine.

ÇAREMÎN WELATÊ KU KOMKUJÎ NAS KIRIYE

Li gel biryara Dadgeha Cezayî ya Brukselê, Belçîka bû çaremîn welatê ku komkujiya DAÎŞ’ê ya di salên 2014-2019’an de bi rêya darazê nas kiriye. DAÎŞ’ê li gel êrîşa di 3’yê Tebaxa 2014’an de a li ser Şengalê, kolekirina jinên Êzidî kiribû stratejiyeke tunekirinê ya sîstematîk.