Li Bruksel, Rennes û Bordeaûxê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye û li bajarên Rennes û Bordeaûxê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

BRUKSEL

Li Brukselê bi organîzekirina Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk şehîdên meha Gulanê, Savaş Maraş (Mehmet Soysûren) û Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) hatin bîranîn.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî tevlî bîranînê bû û axiv. Kartal diyar kir ku di meha Gulanê de şoreşgerên mezin şehîd bûne û got “Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Ferhat Kûrtay û gelek şehîdên me çêbûn. Divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin.”

Abbas Yoldaş jî li ser navê Partîzanê axivî û diyar kir ku wê li Tirkiyeyê desthilatdariya gelan ava bibe.

Li se navê Komîteya Malbatên Şehîdan Dayika Sûltan jî diyar kir ku divê xwedî li şehîdan were derketin.

Arîfe Soysuren a ku xwişka şehîd Savaş Maraş e jî got “Birayê min da ser rêya azadiyê. Li ser vê rêyê êdî em ê bi hev re bimeşin.”

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û hate diyarkirin divê li hemberî rastiya şehadetê gel berpirsyariya xwe bi cih bîne.

BORDEAÛX

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdên meha Gulanê hate temaşekirin û hate diyarkirin divê ev têkoşîn li her derê were geşkirin.

Bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.