Li Bremenê salvegera damezrandina PKK’ê bi coş hat pîrozkirin

Salvegera damezrandina 45’emîn ya PKK’ê li bajarê Bremen ya Elmanyayê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiyê de operasyonên şoreşgerî yên gerîla jî hat silavkirin.

Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk ya Bremenê û Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk ya Aurîchê, salvegera damezrandina 45’em ya PKK’ê bi şevekê ku hat organîzekirin pîroz kirin. Qada şahiyê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û operasyonên şoreşgerî yên gerîla hatin silavkirin.

Di şahiyê de ewilî Xezal Yalçin axivî. Yalçin anî ziman ku damezrandina PKK’ê ya ku 27’ê Mijdara 1978’an de ava bû îro ji li çar hawîrdorên cîhanê ji aliyê bi mîlyonan Kurdistanî û dostên wan bi coş tê pîrozkirin û got: “Em jî weke kedkarên vî gelî ji hêzên ku aliyê aşitiyê ne, ji malbatên şehîdan re, ji Rêber Apo re ku ji Ewropayê heta girava Îmraliyê sazkarê wekhevî û azadiyê ye û bi taybetî jî têkoşîna wî ya ji bo mafên jinan dibêjin ku damezrandina PKK’ê pîroz be.”

Hevserokê Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk ya Aurîchê Şehmûs Yoldaş jî axivî û got: “Em bi boneya vê pîrozbahiyê soz didin Rêber Apo, soz didin şervanên azadiyê ku em ê têkoşînê heta hetayê bidomînin. Em soz didin heta ku em sax bin em ê nehêlin ala şehîdên me bikeve erde. Bijî Rêber Apo!”

SEBAHAT ERGÎN: DIVÊ EM GUHÊ XWE BIDIN BERXWEDANA LI ZINDANAN

Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn jî di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Cejna Vejînê di serî de bo Serok Apo, bo kesên ku li girtîgehan li ber xwe didin, bo kesên ku li çiyayan têdikoşin pîroz be. Îro di girtîgehan de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd berxwedan heye. Hevalên me di grêva birçîbûnê de ne. Em xwedî li wê berxwedanê derkevin. Tecrîda li ser rêbertiya me îşkence ye. Ji ber ku Rêbertî azadiya gelê Kurd dixwaze û daxwazên dagirkeran napejirîne ev tecrîd tê sepandin. Em vê rewşê napejirînin.”

SAÎD BÎLGÎN: EM XWEDÎ LI PÊNGAVÊ DERKEVIN

Piştre Saîd Bîlgîn jî axivî û wiha got: “Damezrandina PKK’ê bû boneya civaka azad, mirovên azad û azadiya jinan. Heke em îro dikarin behsa azadiya jinan, azadiya gelan û azadiya civakê bikin ev bi saya avabûna PKK’ê ye, bi saya keda Rêber Apo ye. Li ser Rêber Apo tecrîd heye. Ji bo şikandina tecrîdê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Em jî li her derê ku em lê ne xwedî li pêngavê derkevin.”

‘EM LI SER RÊYA RÊBERTIYA XWE NE‘

Aktîvîstên TCŞ’ê ku bi alên PKK’ê û cilûbergên gerîla hatin ser dikê, daxuyanî dan û wiha gotin: “Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger di serî de bo Rêber Apo û gerîlayên ku li ber xwe didin silav dikin. Em 45’em ya salvegera damezrandina PKK’ê pîroz dikin. Em hemû hevalên ku vê têkoşîna şoreşger anîn vê astê silav dikin. Em gerîlayên azadiyê ku niha di mewziya şer de ne silav dikin. Heta ku heyfa şehîdên xwe nestînin em ê nesekinin! Ev demek dirêj e em tu agahî ji rêbertiya xwe nastînin. Li girava Îmraliyê li ser Rêber Apo tecrîdeke giran tê meşandin. Di şexsê Rêber Apo de hemû gelê Kurd di bin tecrîdê de ye. Em weke ciwanên şoreşger vê rewşê napejirînin! Em li pey şopa xwe Rêbertiya xwe ne.”

Di pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê de hunermendên Kurd Seyda Perînçek, Xemgîn Bîrhat, Silbûs û Tarî, Ozgur Comert, Îdrîs Bagok, Îbo Qamişlo, Ziyadîn Dogan derketin li ser dikê û stran gotin.

Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.