Li Bremenê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girt

Polîsên Elman li Bremenê bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de girtin û hin kel û pel desteser kirin.

Li bajarê Bremenê polîsên Bratî e. V, bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de girtin.

Polîsên Elman kel û pelên di odeya rêveberiya Navenda Civaka Kurd de belav kirin û deriyên maseyan şikandin.

Lêgerîn siharê di saet 06.00’an de destpê kir. Polîsên du wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li dîwarê salona navendê hatibûn daliqandin, desteser kirin.

Her wiha vexwendînameyên şeva çanda Kurd a ku di 24'ê Kanûnê de li Bremenê hate lidarxistin hatin desteserkirin.

Polîsên Elman di saetên siharê de bi ser mala siyasetmedarê Kurd Kadrî S. a li Bremen Hûckelrîede’yê de jî girtin. Kadrî S. bi hinceta lêpirsîna ku derbarê wî de tê meşandin, hate girtin.