Li Bremenê meşa li dijî polîtîkayên sînor ên Yekitiya Ewropayê

Polîtîkayên sînor ên li dijî penaberan ên Ewropayê, li Bremenê hatin protestokirin.

Çalakiyên li dijî polîtîkayên sînoran ên Yekitiya Ewropayê, roj bi roj zêdetir dibin. Pişti mirina bi sedan penaberan li Yewnanistanê, li gelek bajarên Ewropayê meş tê kirin.

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, bi sedan kes ji bo protestokirina polîtîkayên sînor ku dibin sedema mirina penaberan, ji Herden Torê ta bi Sîewallê meşiyan. Meşea bi şiara “Yên biryarên siyasî didin, bêdengî û xemsariyê wek qebûlkirinê dibinin” saet di 18.00’an de dest pê bû.

Di daxuyaniyê de ku gava meşê hat dayîn, wiha hat gotin: “Niha tiştê hewcedarî pê heye, ew e ku mirov ji bo pêşerojê û piştevaniya li dijî Keleha Ewropayê xwe bi rêxistin bike.”

Gava meşê, bêyî sekin dirûşmeya “Bila bijî piştevaniya enternasyonel” hat berzkirin.