Li Bremenê êrîşên li ser Şengalê hatin protestokirin
Kurdistaniyên li Bremenê dijîn li hemberî êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê çalakiyek li dar xistin û êrîş protesto kirin.
Kurdistaniyên li Bremenê dijîn li hemberî êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê çalakiyek li dar xistin û êrîş protesto kirin.
Artêşa Iraqê di 25’ê Nîsana 2022’an de bi hejmareke zêde leşker, wesayîtên zirxî, tank û obusan ket navenda bajarê Şengalê. Kurdistaniyên li bajarê Bremenê yê Elmanyayê dijîn ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê li ber parlamentoya eyaletê hatin ba hev û êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin.
Kurdistaniyan bertek nîşanî dewleta Iraqê dan ku bi dewleta Tirkiyeyê re bûye parçeyek ji êrîşên dagirkeriyê.
Kurdistaniyan li vir daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kirin ku ev êrîş ji hevdû ne cudan e û gotin: “Êrîşên li ser axa Kurdistanê bi awayekî plankirî ji aliyê dijmin û hevkaran ve hatine plankirin. Bi van êrîşan dixwazin deskeftiyên Kurdan ji holê rakikn.“
Di çalakiyê de Endamê Meclîsa Bremenê Emîne Demîr axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Nîsanê de li hemberî qadên gerîla dest bi êrîşa dagikirinê kir. Duh jî artêşa Iraqê xwest bi hêzek mezin bikeve Şengalê. Ji xwe êrîşên li ser Rojava berdewam dike. Em bi awayek vekirî dibînin ku li hemberî destkeftiyên Kurdan tifaqek hatiye avakirin. Dixwazin cardin îstîqrara Kurdan têk bibin. Wekî din tu îzaha vê yekê nîne. Dixwazin Barzaniyên ku di bin emrê wan de ne, li şûna tevgera Kurd a azad bi cih bikin. Lê ev ê nebe ya ku ew dixwazin. Gerîla li Başûr li ber xwe dide. Êzidiyên ku wê Şengalê biparêzin hene. Kurdan ev destkeftî bi canê xwe girtin, ew ê wisa bi hêsanî dev jê bernedin. Em li ku bin jî em ê bi şev û roj li qadan bin û çalakiyan zêdetir bikin. Em ji gelê me dixwazin ku piştgiriyê bidin van çalakiyan û li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin."
Girseya gel bi dirûşmeya “Êzidî qirkirinek nû naxwazin” belav bû.