Li Bremenê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bremenê hat pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bremenê hat pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara (Omerlî) yê Rihayê ji dayik bû, li bajarê Bremen ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sevê ve bi çalakiyek hate pîrozkirin.
Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sêvê li Komela Bratî ya li Bremenê hat lidarxistin, rastî eleqeyeke mezin hat. Di çalakiya ku piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir de, li ser navê Meclîsa Jinê ya Sêvê Emîne Demîr axivî. Demîr got, “Îro ji bo me hemûyan rojeke gelekî girîng e. Rojbûna Rêberê me, afirînerê têkoşîna me pîroz be. Em li ku bin jî em ê Rêbertiya xwe vebêjin û ji bo azadiya wî têbikoşin. Ez bi vê rastiyê vê rojê pîroz dikim.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ku Abdullah Ocalan nîşan dide hat vekirin. Çalakiya ku dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin, bi stranên berxwedanê yên Mêrxas Bekkî bi dawî bû.