BI DÎMEN

Li Bregenzê, fermandarên pêşeng bi wesîleya 15’ê Tebaxê hatin bibîranîn

Di merasîma bîranîna 41’emîn salvegera 15’ê Tebaxê ya ku tê de fermandarên pêşeng Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa hatin bibîranîn, sîyasetmedar Dîlan Dirayet Taşdemîr axivî û got: “Em berpirsiyarin ku mîrasa şehîdan hîn bêhtir pêşve bibin.”

Li bajarê Bregenzê yê eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê, bi boneya 41’emîn salvegera 15’ê Tebaxê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Di merasîma ku li Navenda Çanda Sara hate kirin de, Nûreddîn Sofî yê ku di 6’ê Nîsana 2021’an de gihîştibû şehadetê û Koçero Urfa (Metin Arslan) ya ku di 4’ê Hezîrana 2019’an de gihîştibû şehadetê jî hatin bibîranîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Kamuran Sindî yê ku li ser navê Navenda Çanda Sara axivî, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Pêngava 15’ê Tebaxê û got: “astê ku îro hatiye bidestxistin, encamê têkoşîna şehîdan e ku bi canê xwe dane ye.”

Sîyasetmedar Dîlan Dirayet Taşdemîr ku beşdarî merasîmê bû, di axaftina xwe de bi rêzdarî fermandarê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) û hemû şehîdan bibîr anî.

Dîlan Dirayet Taşdemîr wiha got: “Ger îro em gihîştine vê astê, ev bi saya şehîdên me ye. Di serî de bi taybetî di şexsê fermandar Mahsum Korkmaz, Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa de hemû şehîdan bi minetdarî bibîr tînin. Pêngava 15’ê Tebaxê li çar perçeyan bingeha destkeftiyên gelê Kurd avêt. Em berpirsiyarin ku mîrasa wan hîn bêhtir pêşve bibin.”

Dîlan Dirayet Taşdemîr bal kişand ser polîtîkayên teslîmiyetê yên ku li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyê, li ser gelê Kurd têne ferzkirin û hişyarî da ku divê baldar bin û wiha dewam kir: “ji bo ku pêvajoya destpêkirî bi ser bikeve, divê em berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û destê Rêber Apo xurt bikin.

Merasîm piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.