Li Bordeaûxê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê Rênas Raperîn, Xebat Botan û Cesur Vedat Welat ên di 10’ê Adara 2023’an de şehîd bûn, bi çalakiyeke hatin bîranîn.
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê Rênas Raperîn, Xebat Botan û Cesur Vedat Welat ên di 10’ê Adara 2023’an de şehîd bûn, bi çalakiyeke hatin bîranîn.
Gerîlayên HPG’ê Rênas Raperîn (Faîk Aydin), Alî Xebat Botan (Erdinç Bolcal) û Cesur Vedat Welat (Abdulmuttalip Dogrusu) di 10’ê Adara 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin bibîranîn.
Siyasetmedar Cûma Tak di şevê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji damezrandina PKK'ê heta niha bi xwedîderketina li şehîdan heta roja me hatiye û got, "Di her şehadetê de bîranîn û xeyalên hevalan esas hatiye girtin û di vî warî de têkoşîn hatiye pêşxistin."
Malbata Rênas Raperîn jî di bîranînê de axaftinek kir û diyar kir ku ew ê xwedî li bîranînên şehîdan derkevin.
Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hate nîşandan û bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.