Li Bordeauxê hefteya qehremaniyê

Malbatên şehîdan bi minasebeta Hefteya Qehremaniyê li bajar Bordeauxê yê Fransayê hatin gel hev.

Çalakiyên Hefteya Qehremaniyê li Kurdistan û derveyê welat berdewam dikin. Di pêşengiya malbatên şehîdan de, li bajarê Bordeauxê yê Fransayê çalakiyek hat li darxistin. Axaftina vekirinê ya ji hêla Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hat kirin de, şehîdên Kurdistanê hatin bi bîr anîn. Di axaftinê de soza girêdana bi rêya şehîdan ve hat dayîn û ev tişt hat gotin: “Şehîdên Kurdistanê rûmet û sedema me ya jiyanî ne.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.