Li Bonnê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Bonn ê Elmanyayê hatin protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Bonn ê Elmanyayê hatin protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada Munsterplatz a bajarê Bonn ê Elmanyayê hatin protestokirin. Di çalakiya protestoyî de alên YPG, YPJ, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Kurdistanê biparêzin" û "Werin Cenga Azadiyê" hatin hildan. Di çalakiyê de girseya gel bêyî navber dirûşmeyên “Qatîl Erdogan“, “Bijî berxwedana Rojava“ û “Bijî berxwedana gerîla“ berz kirin.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û banga piştevaniyê hat kirin.
Di çalakiyê de peyama şervanekî ji Rojava jî hate guhdarkirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla“, “Qatîl Erdogan“ û “Bijî berxwedana Rojava“ bi dawî bû.