Li Bochûm û Munîhê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Li bajarên Bochûm û Munîh ên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hatin protestokirin.
Li bajarên Bochûm û Munîh ên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hatin protestokirin.
Di çalakiya protestoyê ya li bajarê Bochûmê ya Elmanyayê hat lidarxistin de, Kurdîstaniyan û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava protesto kirin. Di çalakiyê de alên PYD, YPG û YPJ’ê hatin hildan.
Di çalakiyê de banga piştevaniyê hat kirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bijî Rojava“ hatin berzkirin.
MUNÎH
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li bajarê Mûnîhê jî bi mîtîngekê hat protestokirin. Di çalakiya ku Meclîsa Gel a Azad Sevger ya Munîhê li dar xist êrîşên dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û kesên ku şehîd bûne hatin bîranîn. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.
Di çalakiyê de daxuyaniya KCDK-E’yê hat xwendin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Qatil Erdogan“, “Şehîd namirin“ û “Bijî berxwedana Rojava“ bi dawî bû.