"Li dijî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Şengalê, bedeng nemîne, Şengalê biparêze û tevlî meş û mitînga li Bielefeldê bibe!"
Bi vê dirûşmeyê, 7'ê Gulanê Şemiyê saet di 13:00 de wê li bajarê Bielefeldê yê Elmanyayê xwepêşandaneke mezin bê lidarxistin.
Sazî û rêxistinên civaka Êzdî ya li Ewropayê û Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Bielefeldê, derbarê armanca meşê de daxuyaniyek dan.
Hate bibîrxistin, ku ji 18'ê Nîsanê ve, artêşa hikumeta Kazimî, PDK û dewleta Tirk a dagirker, di çarçova peymana 9'ê Cotmeha 2020'î de, li ser civaka Êzidî ya Şengalê, ku beriya 8 salan ji fermana bi destê DAÎŞ'ê re derbas bûye, bi tank û topan êrişên dijwar pêk tîne.
Hate diyarkirin, ku bi van êrişan, dixwazin fermaneke nû li ser civaka Êzidî pêk bînin, perestgeh û parezgeha civaka Êzidî ya qedîm, çiyayê Şengalê dagir bikin û bê Êzidî bihêlin.
"Ji bo vê yekê jî, li hemberî civaka me ya Êzidî û bi taybetî Şengalê, sûcê li dijî mirovahiyê dikin û hemû qanûnên navneteweyî binpê dikin. Kazimî, ne tenê qanûnên navneteweyî binpê dike, herwiha, qanûn û yasayên Iraqê jî binpê dike. Hikûmet û arteşek ku bi tank û top, hawan, helîkopter û balafiran, êrîşî cihê herî aram yê Iraqê û civak û gelê herî mazlûm, ku jenosîd hatî serê wê, êrîşî civaka Êzidî û Şengalê dike. Lewra, ev hikûmet û artêşa girêdayî wê, êdî ne meşrû û rewa ne. Hikûmeta Kazimî, rewabûna xwe winda kiriye û bûye destêkê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Iraqê."
Bi berdewamî bal hat kişandin ser bêdengî û hevkariya hêzên têkildar ên navneteweyî jî;
"Di qanûn û yasayên navneteweyî de, êrîşek li hemberî civak, bawerî û herêmek ku li ser wê jenosîd pêk hatibe, bê kirin, sûce li hemberî mirovahiyê ye. Neteweyên Yekbûyî, di rapora xwe de zelal destnîşan kiriye, ku êrîşa li ser Şengalê û civaka Êzidî, JENOSÎD e. Li gorî vê, divê rejîma faşîst ya Erdogan, ku serkêşiyê ji DAÎŞ'ê re dike, hikumeta Kazimî û PDK, ji ber ku sûc li hemberî mirovahiyê kirine, bên darizandin û cezakirin.
Lê mixabin, hêz û dezgehên ku van hêz û kesan bidarizînin û ceza bikin, îro bûne hevkarên sûcdaran. Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, êrîş û fermana li ser civaka Êzidî û Şengalê, ya ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi destê DAÎŞ'ê hate kirin, wek JENOSÎD û QIRKIRIN pênase kiriye jî, li hemberî van êrîşan bêdeng e û di ser de hevkariyê, bi wan re dike. Ne tenê Neteweyên Yekbûyî, di serî de dewletên Amerîka, Almanya û Îngîlistan jî hevkariyê bi van êrişên li ser civaka Êzidî re dikin. Dema ku mesele dibe Êzidî û Şengal, ev hêz hemû pîvan, nirx, biryar û yasayên xwe datînin aliyekî, xwe kerr, lal û kor dikin. Ji ber vê yekê jî, rejîma faşîst a Erdogan û hevkarên wê PDK û hikûmeta Kazimî, bûne gurê har û bi vê çavsoriya xwedixwazin, vê civakê; bawerî, war û welatê wê, bêyî ku ti pîvan û yasayan nas bikin, ji holê rakin."
Sazî û rêxistinên civaka Êzdî ya li Ewropayê û Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Bielefeldê, li dijî ji holêrakirina Şengalê û Ezdayetiyê, di serî de civaka Êzidî û Kurdistanî, bang li her kesê kir, ku ji bo parastina şengalê û civaka êzidî, rabe.
"Divê hemû mirovahî, dengê xwe bilind bike û rê nede ku fermaneke nû, ku PDK û Kazimî, ku bi şirîkatiya serçeteyê DAÎŞ'ê dîktator Erdogan, dixwazin pêk bînin. Bi vê armancê; em bang li hemû civak, gel, hêzên demokrat, mirovayetiyê û dostên xwe dikin, ku di 7'ê Gulanê de, li bajarê Bielefeld ê Almanyayê bicivin û tevlî meş û mitînga li dijî hewldana qirkirina civaka Êzidî û dagirkirina Şengalê bibin."