Li Bîelefeldê li dijî êrişa li ser Şengalê çalakiyek lezgîn hat lidarxistin

Li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê saziyên Êzîdî û Meclîsa Gel, bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê û xwedîderketina li hêz û xelkê Şengalê çalakiyek lezgîn lidar xistin.

Li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê bi pêşengiya saziyên Êzîdî û Meclîsa Gel, li dijî êrîşên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê di saet 18:00’an de çalakiyek lezgîn li ber HBF’ê hat li darxistin. Di çalakiyê de bi domdarî dirûşmeyên şermezarkirina êrişa li ser Şengalê û piştewaniya bi hêz û xelkê Êzidxanê  hatin berzkirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî axaftinek hat kirin. Di axaftina hatî kirin de êrîş hatin şermezarkirin û ev bang hat kirin: “Divê her jinek Êzidî li hemberî van êrîşan dengê xwe derxîne.”

Piştre Nav-Yek jî êrîşên li ser Şengalê şermezar kir û ev bang kir: “Divê herkesê ku xwedî wijdan e Şengalê biparêz e.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Bîelefeldê jî bang li Kurdistanî û dostên wê kir ku tevlî meşa navendî ya ku wê roja Şemî 07/05/2022’an li Bîefeldê bê lidarxistin bibin.

Di dawiyê de her wiha ciwanên Bîelefeld û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê anîn ziman ku NATO jî piştgiriyê dide vî şerî û divê herkes li gorî vê yekê bi hişyarî tevbigere.

Çalakî di saet 19:00’an de bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.