Li Bîelefeldê ji bo meşa Dusseldorfê çalakiya afîşan hat lidarxistin

Li Bîelefeldê bi pêşengiya JXK’ê bi armanca vexwendina Kurdistanî û dostên wê ji bo meşa navendî ya ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ku wê li Dusseldorfê bê lidarxistin, çalakiya afîşan li gelek cihên bajêr hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Jinên Xwendevan ên Kurdistanê (JXK) îro ji bo Kurdistanî û dostên wan tevlê meşa ku wê 30’ê Nîsanê bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin, li Dusseldorfê bê lidarxistin bibin, li seranserê bajarê Bîelefeld a Elmanyayê afîşên vexwendinê li cihên afîşan û yên giştî hatin zeliqandin.

Di çalakiyê de JXK Bîelefeld diyar kir; “Ew şer ku li Kurdistanê tê meşandin, ne tenê şerê li hemberî welatiyên Kurdistanê ye. Ew şer li dijî hemû Kurdên diasporayê ye jî. Li dijî vê şerê em serî hildin û xwe rêxistin bikin. Rêxistbûyîn tolhildana herî mezin e.”

Çalakî saet 20:00’an bi dawî bû.