Li Bernê şehîdên şoreşê hatin bibîranîn
Şehîd Şahan Gever, Şervan Hesen û Yilmaz Cîlo bi merasîmekê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê hatin bibîranîn.
Şehîd Şahan Gever, Şervan Hesen û Yilmaz Cîlo bi merasîmekê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê hatin bibîranîn.
Bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAV) ji bo Bîrhat Bûldan (Şahan Gever), Ronî Welat (Şervan Hesen) û Feryat Bûldan (Yilmaz Cîlo) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê ya Swîsreyê merasîmek hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Di bîranînê de li ser navê KOMAV a Swîsreyê Sadet Kuran axivî. Kuran diyar kir ku şehîd nemir in û ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşin. Kuran wiha got: “Divê em hemû vê yekê ji xwe bipirsin. Em ê çawa xwedî li van şehîdan derkevin? Li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêber Apo grevên birçîbûnê didomin. 3 sal in tu xeber tune. Êdî em nikarin bêhnê bistînin. Gelê me wê Rêbertiya me û şehîdan biparêze. Divê em tevî pîr û ciwanan her tim li qadan bin.“
ÊŞA ME JÎ HÊRSA ME JÎ ME MEZIN E
Li ser navê malbatên şehîdan ji malbata Bûldan, Nizar Bûldan axivî. Bûldan diyar kir ku êş û hêrsa wan mezin e û wiha got: “Weke malbat êşa me mezin e. Helbet li gel vê êşê hêrs û kîna me ya li hemberî hêzên dagirker jî zêdetir dibe. Hemû mirovên me yên îro hatin vir êşa me sivik dikin. Bijî Rêber Apo, Bijî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Şehîd namirin.”
Nûnerê PYD'ê Abbas Omer ê ku beşdarî bîranînê bû, diyar kir ku dewleta Tirk pêşengên şoreşa Rojava bi balafirên bê mirov hedef girtin û got: “Dewleta Tirk a dagirker pêşengên şoreşê dike hedef. Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan mînak e. Çi bibe bila bibe em ê piştgiriyê bidin vê şoreşê.”
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal ku beşdarî bîranînê bû, di axaftina xwe de diyar kir ku em bi saya şehîdan hatine vê rojê û wiha got: “Ez sersaxiyê ji gelê Kurd, bi taybetî ji malbatên me yên hêja re dixwazim.”
PÊNGAVA AZADIYÊ
Kartal bal kişand bi ser pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî" ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got: "3 sal in ji Rêber Apo agahî nayê stendin. Dostên Kurdan dest bi pêngavekê kirin. Divê em hemû bi awayekî aktîf piştgiriyê bidin vê pêngavê. Ji bo ku pêngav bi ser keve, divê çi ji destê me tê em bikin.”
BERXWEDANA LI KAMPA MEXMÛRÊ DIDOME
Kartal bal kişand ser berxwedana li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û got: “Li ser xaka xwe sirgunî ne hêsan e. Pêwîst e têkoşîna gelê Mexmûrê baş were fêmkirin. Divê em ne tenê weke têkoşînekê lê binêrin. Gelên li wir dijîn ji bo jiyaneke nû birêxistin bikin hewldaneke cidî didin. Ew bi derfetên xwe, di bin êrîşên dagirkeran de dijîn."
Piştî axaftinan sînevîzyon li ser jiyana şehîdan hate pêşandan. Her wiha di bîranînê de sînevîzyona ku Şervan Hesen ji bo bîranînê ji dê û bavê xwe re şandibû hate nîşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.