Endamên Civata Pontus a Swîsreyê û Ciwanên Deryaya Reş ên ku li Reithalle ya li bajarê Bernê hatin ba hev, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di bîranînê de 353 hezar Pontusên Rûm ku ji ber polîtîkayên sîstematîk ên sirgûnî, komkujî û koçberî jiyana xwe ji dest dane, hatin bîranîn û banga têkoşîna li dijî tunekirina hafizeya dîrokî hat kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Burak Kahvecî ve hat xwendin de wiha hat gotin: "Em kom bûne da ku bibin dengê dîrokeke înkarkirî û gelekî ku tê bêdengkirin. Eleni Çavuş ku li çiyayên Nebiyan heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da bi gotina "Ez Rûmim; ez ê ne eslê xwe înkar bikim û ne jî welatê xwe biterikînim," bû sembola berxwedanê.
Piştre li ser navê Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê Semîr Ozmen, axivî û diyar kir ku ji serdema dawî ya Osmaniyan heta salên destpêkê yên Komarê komkujî li dijî kêmneteweyan çêbûne û got ku divê dewlet bi van komkujiyan re hevrû bibe.
Nivîskarê Pontusî Tamer Çilingir jî diyar kir ku di navbera vegotinên dîrokî yên fermî û rastiyê de ferqek mezin heye û got ku Pontusên Rûm neçar mane ku bi veşartina nasnameyên xwe bi salan bijîn û got, “Niha jî di şerê li dijî Kurdan de Pontusên Rûm weke leşker tên bikar anîn. Îro ji Stenbolê heta Rizê hewl didin bi navkirina şehîdan li ser kolanan dijminatiya bi gelê Kurd re çêbikin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.