Li Bernê Komkujiya Mereşê hat bibîranîn
Li bajarê Bernê yê Swîsreyê qurbaniyên Komkujiya Mereşê ya di navbera 19-26’ê Kanûna 1978’an de pêk hat, hatin bîranîn.
Li bajarê Bernê yê Swîsreyê qurbaniyên Komkujiya Mereşê ya di navbera 19-26’ê Kanûna 1978’an de pêk hat, hatin bîranîn.
Li bajarê Bernê yê Swîsreyê ji aliyê Dergeha Elewî ya Bernê ve li Navenda Olan a Bern Europaplatzê çalakî hat lidarxistin. Gelek dostên Kurdan û saziyên şoreşgerî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Komkujiya Mereşê dest pê kir. Piştre sînevîzyona li ser komkujiyê hate pêşandan.
Di çalakiyê de nivîskar û siyasetmedar Azîz Tûnç axivî. Tûnç diyar kir ku her komkujî tercîha dewletê ye û got ku zîhniyeta komkujiyan jî heman e. Tûnç anî ziman ku ji ber ku dewlet têkoşîna azadiya ya gelên bindest hezm nake, van komkujiyan pêk tîne.
Tûnç da zanîn ku Komkujiya Mereşê di nava îstîxbarata neteweyî ya dewletê de hatiye plankirin. Her wiha diyar kir ku organîzasyona wî ji aliyê Şahap Omrîş Enver Altayli ve hatiye kirin û Fermandarê Cendermeyan Seda Celasûn alîkarî daye komkujiyê.
Tûnç diyar kir ku ev agahî ji arşîva Ecevît bidest xistiye û gelek kesên ku komkujî pêk anîne hê jî dijîn.
Di bîranînê de peyama “Me ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin” hat dayîn. Çalakî bi nalînên Zakîr Alî Matûr bi dawî bû.