Li Bernê ji bo şehîd Kavak konê şînê hat danîn
Li Bernê ji bo gerîlayê HPG’ê Devrim Kavak (Şoreş Amed) konê şînê hate danîn.
Li Bernê ji bo gerîlayê HPG’ê Devrim Kavak (Şoreş Amed) konê şînê hate danîn.
Li bajarê Bern yê Swîsreyê ji bo gerîlayê HPG’ê Devrim Kavak (Şoreş Amed) ê di sala 2019’an de li Herêmên Parastina Medyayê di encama êrîşekê de şehîd bû, li Komeleya Çanda Kurd konê şînê hate danîn. Li cihê sersaxiyê wêneyên Devrîm Kavak û bavê wî Cemal Kavak ên bi salan di nava Tevgera Azadiya Kurd de têkoşiyan, hatin daliqandin. Ji gelek navendên Ewropayê bi taybet Bernê serdanên sersaxiyê hatin kirin.
Di konê şînê de siyasetmedarê Kurd Ozan Botan axivî. Botan, di serî de sersaxî ji malbata Devrim Kavak re xwest û diyar kir ku Malbata Kavak di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de kedên mezin dane.
Botan bal kişand ser xeta îxanetê ya ku li Kurdistanê tê xwestin bê pêşxistin û wiha got:
"Modernîteya demokratîk li dijî pergala kapîtalîst bi pêş ve diçe. Gelên ku li çar aliyê cîhanê dijîn, li Rojava çûn û ber bi ebediyetê ve meşiyan. Em ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûn hêvî. Lê belê xeta îxanetê hewl dide pêşiya me bigire. Tê xwestin ku keda bi hezaran şehîdan were vale derxistin. Tê xwestin ku ji derveyî xeta lehengên me, xeta îxanetê bê pêşxistin. Bila baş bizanibin ku xeta Rêber Apo wê van hewldanan têk bibe. Em ê mîrateya Devrîm û hevalên wî biparêzin."
Piştî axaftinan dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Devrîm Kavak sibê li herêma Gerlafîngen a Kantona Solotrohnê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) ve merasîmeke bîranînê tê lidarxistin.