Li Bernê êrîşên li ser Şengalê hatin protestokirin

Kurdistaniyên li Kantona Bernê ya Swîsreyê dijîn ji bo protestokirina êrîşên dewleta Iraqê yên li ser Şengalê çalakî li dar xistin.

Li Kantona Bernê ya Swîsreyê, Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşên dewleta Iraqê yên li ser Şengalê li ber Sefaretxaneya DYE’yê hatin ba hev. Kurdistaniyaniyên pankartê li ser ‘’Na ji fermana 75‘emîn a Êzidiyan re’’ nivîsandî vekirin, alên KCK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Kurdistaniyan li heberî êrîşên dewleta Tirk û Iraqê dirûşm berz kirin û berxwedana gerîla û YBŞ’ê silav kirin. 

Li vir Hevberdevkê Komeleya Çandê ya Kurd a Bernê Munîr Ay, axaftinek kurt kir û got: “Hêzên emperyalîst ketine şerê parkirinê û bi vî şerî dixwazin destkeftiyên Kurdan ji holê rakin.“

Ay, bang li hêzên navneteweyî kir ku zextan li ser hêzên Iraqê û dewleta Tirk bikin û got: “Gelê Kurd wê her dem bi berxwedêrên xwe re be.“

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.