BI DÎMEN

Li Bernê darvekirin hat protestokirin: Li dijî zextên li Rojhilat bêdeng nemînin

Kurdistaniyên li paytexta Swîsre Bernê kom bûn binçavkirin, girtin û darvekirinên ku ji hêla rejîma Îranê ve li Rojhilat pêk tên protesto kirin. Rêxistinên Kurdan di xwepêşandanê de banga têkoşînek hevpar kirin.

Binçavkirin, girtin û darvekirinên ku ji hêla rejîma Îranê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk tên li paytexta Swîsre Bernê hatin protestokirin.

Xwepêşandan bi pêşengiya Partiya Jiyana Azad (PJAK) û Komala (Komeleya Zehmetkêş Kurdistan) li Qada Waisenplatz a Bernê hat lidarxistin. Hevserokê Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr, Berdevka Yekîtiya Jinên Kurdistan a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer, Nûnera PYD’ê ya Swîsreyê Gulistan Sadon, siyasetmedarên Kurd Ferhat Encu, Musa Farisogullari, Nejdet Atalay, Hevserokê KESK’ê yê berê Lamî Ozgen û ji her çar beşên Kurdistanê gelek kes beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku li Îranê hatine darvekirin dest pê kir. Li ser navê Komala Mehmet Kevanî axivî. Mehmet Kevanî binçavkirin û girtinên li Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û got, "Dewleta Îranê bi salan e li dijî gelê Kurd polîtîkaya komkujiyê dimeşîne. Banga me ji bo gelê me ew e ku yekîtiya xwe çêbikin. Yekîtiya partiyên li Rojhilat ji bo gelê me girîng e. Divê em li dijî dagirkeran têkoşîna hevpar bidin meşandin.”

Di daxuyaniya hevpar a li ser navê partiyên Rojhilat hat dayîn de hat diyarkirin ku zilm û zordariya dewleta Îranê berdewam dike û banga têkoşînê hat kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêzên paramîlîter ên girêdayî dewleta Îslamî ya Îranê li dijî gelê me binçavkirin, girtin û êşkenceyê didomînin. Piştî êrîşên dawî yên DYE û Îsraîlê darvekirin jî zêde bûn. Weke partiyên Rojhilat, em ji bo berjewendiyên hevpar ên gelê xwe bi hev re ne. Divê gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê li hember zilma li Rojhilat tê meşandin hesytar be."

Berdevka YJK-S Selma Surer, Nûnera PYD’ê ya Swîsreyê Gulistan Sadon, çalakvanê Başûrê Kurdistanê Fazil Kerkûkî, li ser navê Platforma Kurd a Swîsreyê Kokroma Mukranî û nûnerekî PJAK’ê di xwepêşandanê de axivîn.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên "Rojava, Rojhilat e, Kurdistan yek welat e" û "Bijî berxwedana Rojhilat" bi dawî bû.