Li Bernê damezrandina PYD’ê hate pîrozkirin
Li paytext Bernê salvegera damezrandina PYD’ê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku asta ku Rojava gihiştiyê encama felsefeya Rêber Apo û hewldanên cidî yên PYD’ê ne.
Li paytext Bernê salvegera damezrandina PYD’ê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku asta ku Rojava gihiştiyê encama felsefeya Rêber Apo û hewldanên cidî yên PYD’ê ne.
Li paytexta Swîsre Bernê bi boneya salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê şahî hate lidarxistin.
Rêveberên Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S), Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û siyasetmedar beşdarî şahiyê bûn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku asta ku Rojava gihiştiyê encama felsefeya Rêber Apo û hewldanên cidî yên PYD’ê ne.
Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Hevseroka Komeleya Rojava Gulistan Sadon axivî û got: “Di serî de jin û em hemû di vê qadê de cihê xwe bigirin. Rêber Apo perspektîfek hêja ji me re hişt. Ji ber vê yekê Şoreşa Rojava wê bi ser bikeve. Îro cîhan behsa têkoşîna jinên Kurd dike. Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Rojava wê bi ser bikeve."
Li ser navê PYD’ê Abbas Omer axivî û bal kişand ser xurtbûna Rojava û naskirina wê ya navneteweyî û got: "Bila her kes zanibe ku Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ev hemû ked berhema ciwanên şehîd bûne. Her ku Rêber Apo daxuyaniyê dide Kurd xurttir dibin. Gelê Kurd fêm kiriye ku heta ku azadî nabin nikarin bijîn. Ji ber vê yekê em dizanin ku şoreş wê bi ser bikeve. Gelê Rojava li ber xwe dide û li Parka Azadiya Rojava şoreş pîroz kir û moral da me. Bandora PYD’ê di şoreşê de pir mezin e. Damezrandina PYD’ê li gelê Kurd pîroz be.”
Di şahiyê de herî dawî endamê Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E’yê Musa Farisogullari axivî. Farisogullari bal kişand ser girîngiya PYD’ê ya di Şoreşa Rojava de û got: "Şoreşa Rojava bi pêşengiya PYD’ê de dest pê kir. PYD ne partiyeke ji rêzê ye. Rêber Apo zêdetirî 30 salan li Rojava bi pêşengiya jinan şoreş da destpêkirin. Şoreşa Rojava bi perspektîfa Rêbertiyê pêk hat. Ji bo azadiya Kurdistanê bi hezaran şehîd hatin dayîn. Zarokên birûmet ên gelê Kurd canê xwe feda kirin. Em ê xeyalên şehîdên xwe li her derê cidin jiyîn.
Divê em bi awayekî watedar nêzîkî şoreşa Rojava bibin. Ji ber ku Rojava nirxek e. Niha ne wekî 11 sal berê ye. Rêber Apo şoreş li wir da destpêkirin. Divê em xwedî li van nirxan derkevin.
Gelek hevalên me yên gazî hene; îro di nav me de dijîn. Divê em xwedî li van nirxan derkevin. Divê em van kêliyên dîrokî bi wate vebêjin. Rojhilata Navîn niha bi fikrên gelê Kurd tê birêvebirin. Em koçî Ewropayê bûn, lê em ji welatê xwe veneqetiyane. Em li ku derê bin jî, em ê li mafên gelê Kurd bigerin û wan biparêzin.”
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.