Li Berlînê mîtîng ji bo azadiya Rêber Apo hate lidarxistin
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, mîtîngeke bi tevlîbûna girseyî hate lidarxistin.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, mîtîngeke bi tevlîbûna girseyî hate lidarxistin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Dest Dan Hevî û NAV-Berlînê, çalakî li Meydana Alexanderplatzê bi beşdariya Kurd û dostên wan pêk hat. Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir û bi daxuyaniyan berdewam kir.
Di daxuyaniyan de hate bibîrxistin ku 9’ê Cotmeha 1998’an, roja ku Rêber Apo neçar ma ji Sûriyeyê derkeve, ji aliyê gelê Kurd ve weke destpêka “komploya navneteweyî” tê pênasekirin. Hate gotin ku dewletên Ewropayê di wê demê de mafê penaberiya siyasî ji Rêber Apo re red kirine û ev pêvajo di 15’ê Sibata 1999’an de bi revandina wî ji Balyozxaneya Yewnanîstanê li Kenyayê ber bi Tirkiyeyê ve bi dawî bûye.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Rêber Apo tevî şertên giran ên tecrîdê li Girtîgeha Îmraliyê, 27 sal in bangên çareseriya aştiyane didomîne. Hate ragihandin ku pêvajoya siyasî ya nû ya di sala 2024’an de dest pê kiriye, bi îradeya PKK’ê ya dawîanîna şerê çekdarî gihîştiye qonaxeke krîtîk û bi taybetî di Tîrmeha 2025’an de devjêberdana çekan a sembolîk ji aliyê 30 gerîlayan ve bûye werçerxa vê pêvajoyê.
Lê belê, di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku tevî gavên alîgirê aştiyê yên aliyê Kurdan, hikûmeta Tirk ji avêtina gavên berbiçav dûr dikeve. Hate gotin ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê, azadiya Rêber Apo, ku muzakerevanê sereke ye, şertê bingehîn e.
TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN, JI AZADIYÊ RE RÊ VEKIN
Endamên TCŞ-Berlînê ku di mîtîngê de axivîn, diyar kirin ku siyaseta tecrîdê ya li dijî Rêber Apo vîna kolektîf a gelê Kurd dike armanc. Di axaftinan de hate gotin ku ramanên Rêber Apo bi taybetî di nav jinan, ciwanan û civaka Kurd de bandoreke xurt çêkiriye û ev gotin hatin kirin:
“Rêber Abdullah Ocalan 27 sal in ji bo aştî, demokrasî û azadiyê têdikoşe. Ramanên wî nayên astengkirin. Azadiya Rêber Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn mifteya aştiyeke bi rûmet e.”
Mîtîng bi dirûşmên “Bijî Rêber Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.