Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin. Merasîm bi pêşengiya Meclîsa Dest Dan hate lidarxistin. Di şexsê yên ku di komkujiyên Parîsê de hatin qetilkirin de, ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Di merasîmê de li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayê Goze axivî û got: “Heta ku Rêbertiya me û Kurdistan azad dibe, em ê dilsozê vê têkoşînê bin.”
Li ser navê TJK-E’yê jî Asmîn Engîn axivî û di şexsê şehîdên Parîsê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî.
Piştre helbesteke ku li ser şehîdên Parîsê hatiye nivîsîn, hate xwendin. Derbarê jiyana şehîdan sînevîzyon hate temaşekirin.