Li Berlînê kampanyaya ‘Ji bo Îmraliyê 100 hezar qert’
Kurdistanî ji bo kampanyaya "Ji bo Îmraliyê 100 hezar qert" hatin gel hev û bi sedan qert avêtin qutiyên xwe yên posteyê.
Kurdistanî ji bo kampanyaya "Ji bo Îmraliyê 100 hezar qert" hatin gel hev û bi sedan qert avêtin qutiyên xwe yên posteyê.
Li paytexta Elmanya Berlînê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” kampanyaya “Ji bo Îmraliyê 100 hezar qert” hat destpêkirin.
Kurdistaniyên ku bi banga Meclîsa Jinan ya Dest-Dan û Nav Berlînê (Meclîsa Kurdistaniyên Azad) hatin gel hev, qert nivîsandin û bi posteyê şandin Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye.
Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî got, "Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ ya ku di pêşengiya hevalan de ji bo misogerkirina ewlehiyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, me dest bi kampanya ‘Ji bo Îmraliyê 100 hezar qert’ kir. Heta ku Rêber Ocalan azad nebe, ne civak û ne jî axa me azad nabe. Ji ber vê yekê pêwîst e her kes beşdarî vê pêngav û kampanyayê bibe.”
Melayê Mizgefta Mezopotamyayê Mele Hasan Ozkan jî anî ziman ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê rakirin û azadiya fizîkî pêk neye, ew nikarin qala azadiyê bikin û got, divê bi xurtî mirov tevlî pêngavê bibe.
Mele Davut Ovseme got, “Azadiya Rêberê me azadiya baweriyan e. Azadiya Rêberê me azadiya Rojhilata Navîn e. Ji bo vê jî divê her kesên ku azadî û rizgariya xwe û Rojhilata Navîn bixwazin divê di nava vê pêngavê de bin. Ji ber vê yekê em dibêjin bijî Rêber Apo, bijî gelê Kurd.”
Di çarçoveya kampanyayê de bi sedan qert ji Îmraliyê re hatin şandin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.