Li Berlînê ji bo Jîna Emînî çalakî hat lidarxistin
Li Berlînê silav li gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hat kirin ku zêdeyê mehekê ye li qadan e û bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, hat protestokirin.
Li Berlînê silav li gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hat kirin ku zêdeyê mehekê ye li qadan e û bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, hat protestokirin.
Li Berlîna paytexta Elmanyayê, bi hezaran kes hatin ba hev û serhildana gelên Îranî ku 35 roj in berdewam e, silav kirin.
Çalakî saet di 15.00’an de li ser rêya Große Sternê destpê kir û bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Jin, jiyan, azadî’’, ‘’Azadî ji bo Îranê’’ û ‘’Jîna Emînî’’ dewam kir.
Nûnerên Meclîsa Jinan a Dest Danê ya Fed Kurd’ê û Meclîsa Nev Berlînê ku bi reng û dengê xwe tevlî çalakiyê bûn, wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî yên qedexe hatin qetilkirin, hilgirtin
Girseyê bertek nîşanê civaka navneteweyî, dewletên NATO’yê û OPCW ku dengê xwe ji dewleta Tirk re nakin ku bi caran e sûcên şer dike, dan û got ku ew ê li qadan bin.