Li Berlînê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin

Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û qetilkirina sivîlan li paytexta Elmanya Berlînê hate protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giranî dewam dike. Bi dehan navendê xizmetguzariyê hatin ruxandin. Heta niha bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Bertekên li dijî êrîşan jî zêde dibin. Li ser banga PYD Berlîn, Meclîsa Jinan a Dest Dan û Nav Berlînê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li qada Hermannplatzê hatin ba hev û êrîşên li ser Rojava porotestokirin. Di çalakiya protestoyî de alên YPG, YPJ û pankartên “Li dijî êrîşan Rojava biparêz e“ hatin hildan. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava“, “Qatîl Tirkiye û Erdogan“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

‘KURD WÊ ROJHILATA NAVÎN AZAD BIKIN‘

Di çalakiyê de Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî. Yilmaz anî ziman ku bombebarana li dijî qadên jiyanê bê exlaqiya herî mezine û got: “Kurdan biryara xwe dan. Kurd wê li xaka azad jiyana azad biafirînin û Rojhilata Navîn azad bikin.“       

Di berdewama axaftina xwe de Yilmaz bal kişand bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em çalakiya grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê silav dikin. Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye.“

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava“, “Qatîl Tirkiye û Erdogan“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.