BI DÎMEN

Li Berlînê çalakiya li Zapê hate silavkirin

Li paytexta Elmanya Berlînê, ciwanên enternasyonalîst operasyonên gerîla yên li Zapê silav kirin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava şermezar kirin.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst êvara Şemiyê li Kreûzberg a Berlînê li hev kom bûn.

Aktîvîstek ji Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) di dema çalakiyê da xuyaniyek da û anî ziman ku serketina duyemîn a mezin a gerîla nîşan dide ku polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk xitimî ye.

Endamekî Tevgera Ciwanên Şoreşger jî destnîşan kir ku berxwedana li Zapê ji bo dilxwazên azadiyê yên li cîhanê cihê hêviyê ye.

Ciwanan bi dirûşman daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Çalakger ji Schlesîsches Tor heta nêzî Kottbûsser Tor meşiyan.

Ciwanên ku bi fîşekên hewayî meşiyan, piştgiriya xwe ya ji bo Rojava careke din nîşan dan.