Li Berlînê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 3’an de bi dawî bû
Li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya konvedanê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja sêyemîn de bi dawî bû.
Li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya konvedanê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja sêyemîn de bi dawî bû.
Standa agahdarkirinê ku Meclisa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd de danîbûn, li qada Alexanderplatzê berdewam kir.
Li standa ku pankarta "Ji Ocalan re Azadî" ya bi gelek zimanan hatibû vekirin, belavok hatin belavkirin. Çalakgeran li Weihnachtsmarkts (Bazarên Sersalê) belavokên xwe li beşdarab belav kirin.
Di roja dawî ya çalakiyê de Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Huseyîn Yilmaz got, “Zêdetirî 3 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergala tecrîda mutleq tê meşandin. Bêyî şikandina vê tecrîdê têkoşîna “demokrasiyê” ne pêkan e. Li Tirkiye û derveyî welat, ji bo şikandina vê tecrîdê bêyî hewldan û organîzekirina çalakî û bernameyan ku mafê me yê demokratîk e, em nikarin behsa geşedana têkoşîna demokrasiyê bikin.”
Yilmaz anî ziman ku heta tecrîd neyê şikandin wê çalakî bidomin û got: "Her kesên alîgirê demokrasiyê ne, di serî de gelê Kurd, gelên bindest û yên tên cihêkirin divê li dijî tecrîdê xwedî helwest bin. Divê em xebatên xwe yên li ser vê bingehê û şikandina tecrîdê û pêşxistina diyalogê bi Birêz Ocalan re bidomînin.”