Li Berlînê, paytexta Elmanyayê, bi pêşengiya NAV-Berlîn û Meclîsa Jinê ya DEST-DAN’ê, bi daxwaza "mafê hêviyê" ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hate lidarxistin.
Mîtînga ku li pêşiya Meclîsa Federal pêk hat, gelek kes tevlî bûn. Di çalakiyê de bang li saziyên Elmanya û Ewropayê hate kirin ku ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gavan bavêjin.
Axivêran bal kişandin ser wê yekê ku tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ku di sala 2014’an de di derbarê Rêber Apo de dabû jî, Tirkiye hîn jî mafê hêviyê bi cih neanî ye.
Hate bîrxistin ku DMME'yê biryar daye ku cezayê herheyî a giran li dijî mafên mirovan e û xwestiye ku mekanîzmayek were avakirin da ku ev siza ji nû ve were nirxandin.
Di mîtîngê de her wisa hate diyarkirin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kiriye ku reformên zagonî yên pêwîst pêk bîne û heta sala 2026’an planeke çalakiyê xwestiye. Lê belê hate destnîşankirin ku heta îro tu gaveke berbiçav nehatiye avêtin.
Di axaftinan de hat ziman ku, Rêber Apo zêdetirî 27 sal in di girtîgehê de tê girtin, di çareseriya aştiyane ya pirsgrêka Kurd de wekî aktorekî girîng ê siyasî tê dîtin û di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye.
Di çalakiyê de ev daxwaz derketin pêş:
- Naskirina "mafê hêviyê",
- Bi cih anîna biryara DMME'yê,
- Zêdekirina zextên saziyên Ewropayê yên li ser Tirkiyeyê,
- Berdana Rêber Apo û misogerkirina tevlîbûna wî ya di pêvajoya aştiyê de.
Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.
FREIBURG
Di mîtinga ku li Freiburgê hat lidarxistin de, beşdaran bang kirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pêvajoya aştiyê ji nû ve bi pêş ve biçe. Mîting ji aliyê Meclîsa Jinê ya Nuda û Meclîsa Gel a Freiburgê ve hate organîzekirin.
Di axaftinên ku hatin kirin de hat destnîşankirin ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Beşdaran bal kişandin ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û bang kirin ku di çarçoveya "mafê hêvî" de pêvajoya hiqûqî were meşandin.
Axaftvanan ji bo bidawîbûna şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn berdewam dikin, peyamên diyalog, aştî û biratiya gelan dan. Di daxuyaniyan de bal hate kişandin ser girîngiya rêyên çareseriya demokratîk daku gel û baweriyên cuda bikaribin bi hev re bijîn.
Di dema mîtingê de gelek caran dirûşmên li ser aştî, azadî û jiyana hevpar a gelan hatin berzkirin û beşdaran diyar kirin ku divê pêvajo bi diyalog û gavên demokratîk bi pêş ve biçe. Di çalakiyê de bang li her kesî hate kirin ku beşdarî çalakiya mafê hêvî ya ku wê di 10'ê Hezîranê de were lidarxistin bibin û mîting piştî axaftinan bi dawî bû.