Li Berlîn û Dortmundê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarên Berlîn û Dortmund ên Elmanyayê, bi tevlîbûna welatparêzên Kurdistanî Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn. Di axaftinan de banga xwedîderketina li mîrateya têkoşînê hate kirin.
Li bajarên Berlîn û Dortmund ên Elmanyayê, bi tevlîbûna welatparêzên Kurdistanî Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn. Di axaftinan de banga xwedîderketina li mîrateya têkoşînê hate kirin.
Li bajarên Berlîn û Dortmund ên Elmanyayê, ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên bi tevlîbûna zêde ya welatparêzên Kurdistanî de, şehîdên azadiyê hatin bibîranîn.
BERLÎN
Bîranîna li paytexta Elmanya Berlînê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi tevlîbûna zêde pêk hat.
Bîranîn di saet 16:00’an de ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de Bernd Ruprecht ku di 16’ê Nîsana 2026’an de jiyana xwe ji dest da û salên dirêj di redaksiyona Kurdistan de cih girt jî hate bibîranîn.
Piştre, siyasetmedar Cahîde Goyî axivî û diyar kir ku meha Gulanê ji bo têkoşîna azadiyia Kurd xwedî wateyeke dîrokî ye û bi hezaran kes di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane. Goyî got, “Li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet di meha Gulanê de berdêlên mezin hate dayîn. Qonaxa heyî ya îro, berhema fedakariya şehîdan e.”
Goyî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya têkoşînê jî û got ku kesên ku di zindana Amedê de xwe feda kirin, roleke girîng di belavbûna têkoşînê de lîstin.
Her wiha di bîranînê de Çekdar Kawa û Rêzan Amed jî hatin bibîranîn. Malbata Rêzan Amed jî di bîranînê de cih girtin. Ji kadroyên pêşeng Hakî Karer, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Ferhat Kûrtay, Halîl Çavgun, Necmî Ober, Mehmet Karasungur, Hozan Mizgîn û Îbrahîm Kaypakkaya ên ku di meha Gulanê de şehîd bûn û Leyla Qaşim ku ji aliyê rejîma Baasê ve hate darvekirin, hatin bibîranîn.
Çalakî bi pêşandana sînevîzyonê, peyamên dilsoziiyê û dirûşmeyên, “Şehîd namirin” bi dawî bû.
DORTMUND
Li Navenda Kurdistan Centrumê ya li bajarê Dortmundê ya Elmanyayê, ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Gelek kes tevli çalakiyê bûn a ku ji hêla KOMAW û Meclîsa Gel a Dortmundê ve bi hevparî hatibû organîzekirin.
Di bîranînê de, ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê rêz hat girtin. Di çalakiyê de siyasetmedar Kemal Aktaş û Ahmed Kobanê axivîn; wan bal kişand ser giringiya têkoşîna ku şehîdan meşandiye û destnîşan kir ku divê xwedî li mîrasa têkoşînê ya li pey xwe hiştine derkevin.
Bernameya bîranînê piştî axaftinan bi dawî bû.