Li ber parlamentoya Londrayê êrîşên li ser Rojava hate protestokirin
Li ber parlamentoya Îngilîstan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Li ber parlamentoya Îngilîstan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Endamên Kongra-Star, KCK-Başûr û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngilîstanê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd li ber avahiya parlementoya Londrayê çalakiyek kirin.
Di çalakiyê de pankart û pankartên wêneyên Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira Serok Leyman Şiwêş û Firat Tûma hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de bênavber slgoanê “Bimire rejîma faşîst a AKP û MHP’ê”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Di axaftinên li vir hatin kirin de, ji ber ku dewleta Îngilîstanê têkiliyê bi desthilatdariya Erdogan re datîne, bertekeke tund hate nîşandan.
Her wiha hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk li dijî şoreşa jinê ye û wê gelên Kurdistanê tu carî li hemberî van êrîşan stûyê xwe xwar neke.
Piştî ku belavok hatin belavkirin çalakî bi dawî bû.